Hevşaredara Awîskê û 6 kesan hatin destserkirin

Di operasyonek hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de li Êlihê, Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş jî di nav de 7 kes hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di operasyonek hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de li Êlihê, Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş jî di nav de 7 kes hatin desteserkirin.

Li navenda Êlihê jenderme û tîmên taybet bi ser mala Hevseroka Şaredariya Bajarokê Awîskê ya navçeya Qûbînê Hatîce Taş de girtin ku qeyûm li şûna wê hatibû bicihkirin. Tîmên taybet piştî lêgerîn li malê pêk anî, Hevşaredar Taş desteser kirin û birin Fermandariya Komandoyê ya Êlihê. Sedemê desteserkirina Taş nehat zanîn.

Hate diyarkirin ku Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş, Endamê Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Yildirim, xebatkarê şaredariyê Huseyîn Taş, Cemal Dogan, Ekrem Evrûz, Bayram Ozalp kesekî ku navê wî nehate tespîtkirin hatine desteserkirin.

Hate diyarkirin ku derbarê 25 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

 

S. B