Iraqê dest bi operasyona Qonaxa Sêyemîn li dijî DAIŞê kir
Qonaxa sêyemîn a operasyona “Palewanên Iraqê” bi armanca jinavbirin DAIŞê îro li pênc mihweran destpê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qonaxa sêyemîn a operasyona “Palewanên Iraqê” bi armanca jinavbirin DAIŞê îro li pênc mihweran destpê kir.
Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr El Şimerî di wê derbarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Bi fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û bi serperiştiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş, operasyona Palewanên Iraqê / Qonaxa Sêyemîn destpê kir”.
Diyar kir jî, operasyon bi armanca pakirin û pişknînkirina navçeyên Selahedîn û sînorê bi Fermandariya Operasyonên (Diyale, Samira û Kerkûkê) destpê kiriye.
Da zanîn jî, operasyon bi beşdariya hêzên Wezareta Berevaniyê, Wezareta Navxwe û Heşda Şeibî birêve diçe û Hevpeymaniya Navdewletî jî bi riya firokeyên şer ji esman ve piştevaniyê dike.
Li gor daxuyaniyê, ev operasyon bi armanca pakirina û lêgerîna li pêgehên DAIŞê û peydakirina armanî û ewlehiyê li (4853) kîlometir çargeşe ye.
S. B