Sine.. Hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, vîrusa Koronayê tirs û nîgeranî bi ser xelkê wê de aniye û ti kolanek nîne ku pêketiyekî Koronayê tê de nebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, vîrusa Koronayê tirs û nîgeranî bi ser xelkê wê de aniye û ti kolanek nîne ku pêketiyekî Koronayê tê de nebe.

Hejmara pêketiyên Koronayê li bajarê Sinê di zêdebûnê de ye, ligel  ku xelkek heye hest bi bi metirsiya rewşê dikin, lê hîna rê û kolan qerebalix in, vê yekê jî beşek ji welatiyan û aliyên pêwendîdar nîgeran kirine.

Rewşa parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê ji ya Sine ne baştir e, ku hejmara pêketiyên Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê 30 hezar kes derbas kiriye û heta niha jî zêdetir ji 1 hezar û 106 kesan canê xwe jidest dane.

Tenê di 24 demjimêrên bûrî de, li Rojhilatê Kurdistanê 39 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dane. Serokê Zanîgeha Sine jî venaşêre, heger xelk xwe neparêzin, di pêşerojeke nêzîk de, di her malbatekê de pêketiyekî Koronayê çê dibe.

Tevî tirsa ji Koronayê, lê beşek ji xelkê dibêjin: “Têdigihin tirsê, lê ewê bi rojê peyda ne, bi şev nîne bixwin”.

Berpirsên parêzgehên Sine, Kirmanşan û Wirmê dibêjin, rojên dijwartir li pêşiya me ne, ji ber ku hejmara pêketiyan di hefteya bûrî de li her sê parêzehan, ji hejmara pêketiyên meha bûrî zêdetir bû, ji ber wê pêşwext hişyariyê didin û daxwaz ji xelkê dikin, heger xwe neparêzin, dê rewş ji bin kontrolê derkeve û nexweşxane jî nikarin hemû pêketiyên Korona werbigirin.

 

 

S. B