Tûşbûyekê dî yê Koronayê canê xwe ji dest da
Rêveberîya Giştîya Helebce can jidestdana tûşbûyekê dî yên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.
K24- Hewlêr
Rêveberîya Giştîya Helebce can jidestdana tûşbûyekê dî yên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.
Dr. Azad Mistefa, rêveberê Tenduristîya Helebce taybet bi Kurdistan 24 ragehand, ew kesê canê xwe ji destday, zelame û temenê wî 53 sal e û rûniştvanê navenda parêzgeha Helebce ye. Piştî tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê û razandina wî di nexweşxaneyê de, bi sedema xirabûna rewşa tenduristîya wî, ev şev canê xwe ji dest da.