Wezîrê Tenduristîya Îraqê: Îraq derbazî qonaxeka gelek metirisîdar bûye

Wezîrê Tenduristîya Îraqê ragehand, Îraq derbazî qonaxeka gelek metirisîdar bûye .

K24- Hewlêr

Wezîrê Tenduristîya Îraqê ragehand,  Îraq derbazî  qonaxeka gelek metirisîdar bûye .

Got jî:  Zêdebûna hijmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê amajeye, ku  Îraq ketîye qonaxeka gelek metrisîdar.

Hesen Temîmî di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, ew hewla duristkirina çendîn nexweşxaneyan diden, heya  bikarin ew qas nexweşan werbigrin.

Eşkera jî kir, heya niha ti dermanek bo çareserîya  Koronayê nîne.

Wezîrê Tenduristîya îraqê tekez jî kir, hemû hewlên wan bû wergirtina helgirên Vayrusê ye li nexweşxaneyan.

Got jî: Rêjeya çareserbûnê li Îraqê %45 û rêjeya can jidestdanê %3.5 e.