Li Îraqê 1,808 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Îraqê, amara 24 dimimêrên bûrî yên Koronayê li seranserî welatî bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê, amara 24 dimimêrên bûrî yên Koronayê li seranserî welatî bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
Li gor ragehandina Wezareta Tebduristîya Îraqê di 24 demjimêrên bûr 1088 kes li Îraqê tûşî Koronayê bûne û 67 kesan jî bi wê nexweşîyê canên xwe ji dest dane.
Hevdem 850 haletên başbûnê ji wê nexweşîyê hatin e tomarkirin.
Heya niha hejmara giştî ya tûşbûyên Koronayê li seranserî Îraqê gehiştîye 32,676 haletan. Ji evê hejmareyê 1,167 kesan bi sedema wê nexweşîyê canên xwe ji destdane û 14,785 kes jî bi temamî başbûne. 16,724 kes ji nexweşên Vayrosa Koronayê di nexweşxaneyan de mane û li jêr çavdêrîya pizîşkî ne, ji evê hejmareyê jî, 222 kes jî bi sedema necêgîrîya rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya pizîşkîya hûr de ne.