Girê Sipî.. xwenîşandan li dijî sepandina Lîre ya Trikî hat encamdan
Bi sedema sepandina Lîre ya Trikî li bajarokê Girê Sipî, welatîyên wî bajarokî xwenîşandan encamdan.
K24- Hewlêr
Bi sedema sepandina Lîre ya Trikî li bajarokê Girê Sipî, welatîyên wî bajarokî xwenîşandan encamdan.
Evro bi dehan welatîyên Girê Sipî derketin xwenîşandanê, piştî guherrtina diravê û bikarnîna Lîre ya Tirkî li şûna diravê Sûrî di bajarokê wan de.
Li gor ku hatîye belavkirin, welatîyên Girê Sipî li pêş avahîya Civata Navxwe ya Girê Sipî civîane û daxwaz kirine ku biryara bikar hînana Lîreya Tirkî bihêt helweşandin. Dûv re jî derbazî nav avahîyê bûne.
Li gor mêdya ya ser bi dijberîya Sûriyê , Civata Navxwe ya Girê Sipî nirxê rebta nan li Girê Sipî bi Lîreya Tirkî destnîşan kirîye, ku dike 370 Lîreyn Sûriyê û berî niha bi 150 Lîreyan bû. Be sedma wê yekê jî xelkî nerazîbûna xwe nîşan dan û derketin pêş Civata Navxwe.