Firokexane ya Bexdayê bû armanca mûşekekê

Ev şev firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê bû armanca mûşekekê ji corê Katyoşa.

K24- Hewlêr

Ev şev firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê bû armanca mûşekekê ji corê Katyoşa.

Di vî bwarî de, Şaneya Ragehandina Eewlehîyê, tevî piştrastkirina wê nûçeyê, aşkera jî kir, ku ew mûşek ji gundê Dehne ya bakûrê Ebûirêb li Rojavayê Bexda hatîye havêjtin û ti amaje jî bi zîyanên wê jî nekirîye.

Di dema dû salên burî de, ev çend car in derdorê firokexaneya nêvdewletîya Bexdayê, devera kesik a wî bajêrî û bi taybetî jî, balyozxaneya Emerîkayê bi Mûşek û Hawinan  dibin armanc.