Emerîka: Em daxwaz çûna Esed û vekişana Rûsiya ji Sûriya nakin

Nwênerê taybetê Emerîka yê peywest bi karûbarê Sûriya, Cîmis Cîfrî got: Emerîka daxwaz çûna çûna serokê Sûriya Beşa Esed li ser desthelatê yan vekişana hêzên Rûsiya ji Sûriya nake.

K24- Hewlêr

Nwênerê taybetê Emerîka yê peywest bi karûbarê Sûriya, Cîmis Cîfrî got: Emerîka daxwaz çûna çûna serokê Sûriya Beşa Esed li ser desthelatê yan vekişana hêzên Rûsiya ji Sûriya nake.

Evro, Cîfrî di kongireyekê de ku Peymangeha Rojhelat Navîn rêkxistibû, ragehand, ewa rêbaza me cuda dike, ew ku em daxwaz serkevtina reha nakin. Em nabêjin divê Esed bihere, lê em tekez dikin ku divê ew û hikumeta wî reftarên xwe biguherin.

Got jî: Herweha em nabêjin ku Rûsî divê biherin, me pê başe li wir nebin, lê hewlên cîbicîkirina derkirina wan ne pişkeke ji sîyaseta me.

Şidanidin li ser wê yekê jî kir, ku tevî wê jî, Emerîka dixwaze rewş li Sûriya vegere wek berî sala 2011yê, anku berî hatina Rûsiya û Îranê.

Tekez jî kir, serokê Emerîka Donald Tiramp amaje kirîye ku Emerîka di dawîyê de, her ji Sûriya dê derkeve, lê niha naxwaze hêzên xwe li wî welatî vekişîne.

Got jî, hêzên Emerîka niha li bakûrê rojhelatê Sûriyê û li navçeya Tenef li ser sinûrê Ûrdin belav bûne.