Hevşaredara berê ya Nisêbînê bi 16 salan hat sizadan

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya, bi tometa endamtiya PKKê bi 16 sal sizaya zîndanîkirinê hat sizadan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya, bi tometa endamtiya PKKê bi 16 sal sizaya zîndanîkirinê hat sizadan.

Hevşaredara berê ya Nisêbîna Mêrdînê Sara Kaya, sala 2017 ji kar hatibû dûrxistin û hatibû zîndanîkirin.

Dadgeha Sizaya Giran ya Mêrdînê derbarî Sara Kaya de, bi tometa Xerakirina Yekîtiya Dewletê û endamtiya PKKê doz vekir.

Di rûniştina dawî ya dozê de, dadweran bi tometa endamtiya rêxistina terorê û Xerakirina Yekîtiya Dewletê bi 16 salan sizaya zîndanîkirinê da.

Rêveberiya HDPê da xuyakirin, dozgerên derbarî Kaya de doz vekirine, niha ji ber endamtiya Cemaeta Gulen di zîndanê de ne û bi dosyeya ku wan amade kiriye, siza hatiye dayîn ku hemû tomet ji rastiyê dûr in.

 

S. B