Şaredarê Dêrsimê bi Koronayê ket
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 ket û û tendirustiya wî baş e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 ket û û tendirustiya wî baş e.
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu li ser twîttera xwe diyar kir ku ew bi Koronayê ketiye û tendirustiya wî baş e.
Maçoglu got, piştî wî hest kir qirika wî jan dike, çûye têsta Koronayê kiriye û têsta wî pozîtîv derketiye.
Maçoglu niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê tê çareserkirin.
Fatîh Mehmet Maçoglu di hilbijartinên herêmê de li ser navê Partiya Komînîst a Tirkiyê bû şaredarê Dêrsimê. Maçoglu li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yekemîn şaredarê komînîst e.
S. B