Rêveberiya Xweser ji bo bandora sizayên Sîzer nîgeran e

Berpirsekî Rêveberiya Xweser ragihand, ew guftûgoyan bi Hevpeymaniya Navdewletî re dikin, ji bo bandora yasaya Sîzerê li navçeyên wan nebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Rêveberiya Xweser ragihand, ew guftûgoyan bi Hevpeymaniya Navdewletî re dikin, ji bo bandora yasaya Sîzerê li navçeyên wan nebe.

Şêwirmendê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ji ajansa “Reuters” re ragihand, bandora sizayên Amerîka li ser Sûriyê, dê li ser navçeyên wan jî hebe, ji ber ku tevgera bazirganiyê di navbera navçeyên wan û navçeyên rêjîma Sûriyê de heye.

Yasaya Sîzer a Parastina Sivîlan projeyeke sizyên Amerîkî ye ji roja 17ê vê mehê ve ketiye warê bicihkirinê. Di çarçova wê yasayê de, sizayên tund li ser karta aborî ya Sûriyê, li ser desthilata Serokê Sûriyê Beşar Esed û hemû aliyên navxweyî û derveyî yên piştevaniya serbazî yên rêjîmê dikin, tên sepandin.

Bedran Çiya Kurd got jî, daketina nirxê Lîreya Sûrî li Hember Dolar û bilindbûna nirxê kelûpelan, bi dahata welatiyan re nagunce, di demekê de deriyên sînorî bi Iraqê re girtî ne, anku navçe ji çend salan ve di dorpêçekê de ye.

Diyar kir jî, Amerîka ji wan re gotiye ku sizayên Sîzer bandorê li navçeyên wan nake, lê ji ber ku ew ji mîkanîzma vê yekê ne agahdar in, wan dest bi guftûgoyan bi Hevpeymaniya Navdewletî re kirine.

Bedran Çiya Kurd got: “Hêvîdar in piştevaniyeke navdewletî ji navçeyên me re hebe, ji ber ku hîna em şer li dijî terora cîhanî dikin.

 

S. B