Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Bilind ê Karûbarên Berevaniya Amerîka li Iraqê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî bi serokatiya Berpirsê Bilind ê Karûbarên Berevaniya Amerîka li Iraqê Ernest Teichert kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî bi serokatiya Berpirsê Bilind ê Karûbarên Berevaniya Amerîka li Iraqê Ernest Teichert kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa Iraq û girîngiya hebûna hevahengiyê di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kirin.

Berpirsê Bilind ê Karûbarên Berevaniya Amerîka li Iraqê tekezî li wê kir, Amerîka berdewam dibe bi hevkarîkirina bi hêza Pêşmerge re, ku roleke wê ya bibandor di rûbirûbûna terorê de li navçeyê hebû. Herwiha pesnê pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bi taybet di Wezareta Pêşmerge de. Got jî: Herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke girîng û stratejî ya Amerîka ye li navçeyê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji rewşa nearam a navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê derbirî û tekezî li aktîvkirina mîkanîzma hevbeş a ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge de kir, ku zemînê xweş dike ji bo vegerandina armaniyê ji wan navçeyan re.

 

 

S. B