Gundekî Zaxo ji ber şerê Tirkiye û PKKê vala bû

Piştî heft rojan ji destpêkirina operasyona artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê li devera Heftanînê, tevahiya xelkê gundekî wê deverê neçar bûn ji gundê xwe derkevin û gund vala bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî heft rojan ji destpêkirina operasyona artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê li devera Heftanînê, tevahiya xelkê gundekî wê deverê neçar bûn ji gundê xwe derkevin û gund vala bikin.

Piştî ku şer gelekî ji gundê Keşan ê li devera Heftanînê ve nêzîk bû û topbaran û bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li nêzîkî wî ketin, jiyan li gundê Keşan bi temamî rawestiya, ji ber wê jî tevahiya xelkê ji gundê xwe derketin.

Şerê gerîlayên PKKê û Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, ziyaneke mezin gihandiye xelkê wan nevçeyan. Şer îro jî berdewam bû, bi awayekî 15 caran çiyayê Xemtîrê hat topbarankirin û 3 caran jî firokeyan bombebaran kir.

Rêvebirê Nahiya Batîfa Dilşêr Ebdilsetar di wê derbarê de ji K24ê re ragihand, gundê keşan ji ber topbarana tund a duhî û pêr ve, bi temamî hat valakirin û xelkê gundê hatin Batîfa û derdora wê, îro jî neçar bûn ku mal û pezên xwe jî bînin.

Ji bilî ji valakirina wî gundî, Rêvebirê Nahiya Batîfa diyar kir, metirsî li ser valakirina 2 gendên din (Şîlan û Banik) jî heye.

Dilşêr Ebdilsetar tekez kir, hêzên Tirkiyê bi kûrahiya 10 K.M derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûne, lê bi pêş ve neçûne.

 

 

S. B