Li Serê Kaniyê teqîn.. 4 kuştî hene
Li gundê Til Helef yê li derdora Serê Kaniyê otombîleke bombekirî teqiya û di encamê de hejmarek sivîl bûn qurbanî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gundê Til Helef yê li derdora Serê Kaniyê otombîleke bombekirî teqiya û di encamê de hejmarek sivîl bûn qurbanî.
Ajansa “SANA” a fermî ya hikûmeta Sûriyê belav kir, îro li gundê Til helef teqînek bi riya otombîleke bombekirî hat kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl bûn qurbanî.
Ji aliyê xwe ve jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama teqînê de 4 kesa hatin kuştin û dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku gelek birîndar hene û birînên hinan giran e.
Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çejdar ve, her car teqîn rû didin, roja 6ê vê mehê jî li Til Helefê teqînekê rû dabû û 10 kes birîndar bûbûn.
S. B