59 tûşbûyên din yên Koronayê li Hewlêrê baş bûn

Rêveberîya Tenduristîya Hewlêrê ragehand, 59 tûşbûyên Koronayê li bajarê Hewlêrê baş bû û hetin vegerandin bo malên wan.

K24- Hewlêr

Rêveberîya Tenduristîya Hewlêrê ragehand, 59 tûşbûyên Koronayê li bajarê Hewlêrê baş bû û hetin vegerandin bo malên wan.

Dr. Dilovan Mehemed, rêveberê Tenduristîya Hewlêrê ragehand, piştî encamdana pişkinînên li pey hev bo wan tûşbûyan encamên tevayan erênî derketin û rewşa Tenduristîya wan başe, lew hatin vegerandin bo nav malên wan.

Rêveberê Tenduristî ya Hewlêrê ragehand jî hejmara tevaya çareserbûyan li bajarê  heya niha gehiştîye 571 kesan.