Şanda bilinda Hikumeta Herêma Kurdistanê gehişte Bexda
Bi serokatîya cêgirê serokê wezîran, Qubad Talebanî bi mebesta temamkirina danûstandinên dawîya mehaa Nîasana burî û destpêka gulana burî derbarê pirsên helisartî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
K24- Hewlêr
Bi serokatîya cêgirê serokê wezîran, Qubad Talebanî bi mebesta temamkirina danûstandinên dawîya mehaa Nîasana burî û destpêka gulana burî derbarê pirsên helisartî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Berî niha jî, sekretêrê rojnamevanî yê cêgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Semîr Hewramî ragehandibû, şanda hikumeta Herêma Kurdistanê pêkhatîye ji wezîrê Darîyî, Awat Şêx Cenab, wezîrê karûbarên navçeyên Kurdistanî yên derveya rêveberîya hikumeta Herêmê, Xalid Şiwanî, Wezîrê eliktrîkê, Kemal Mehemed Salih, Wezîrê pilandananê, Dara Reşîd, serokê Dîwana Civata Wezîran, Ûmêd Sebah û Sekretêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm li gel tîmeka teknîkî ya mezin ku ji nwênerên çend wezaretan.
Biryare di evê serdanê de, pirsên taybet bi petrol û mafên darayîyên Herêma Kurdistanê li ser binemaya danûstandinên serdanên berê yên şanda Herêmê bihên gotebêj kirin.