PKKyê bingeheka Polîsên Îraqê li parêzgeha Neynewa Kontirol kir

Çavkanîyekî li parêzgeha Neynewa bi kenala RT ya Rûsiyê ragehandîye, Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bingehka polîsên Îraqê li sinûrê Parêzgeha Neynewa kontirol kirîye û rêveber û karnedêb polîs li jêr gef û fişarên PKKyê ew bingeh bo wan çekdarên PKKyê çol kirine.

K24- Hewlêr

Ewî çavaknî aşkera jî kirîye, piştî vegerandina hejmareka malbatên awareyan bo nahye ya Qehtanîye ya ser bi qeza ya Şengalê, roja Yekşembîya bûrî desthelatdarên ewlehîya parêzgeha Neynewa, bingeha polîsî ya wê naheyeyê bi fermî vekirin.

Amaje bi wê yekê jî da, piştî vekirina wê bingehê bi çend demjimêran, çekdarên PKKyê bi ser bingehê dadan e û bi rêveberê bingehê ragehandine, heke tu dixwaze li vir bî tu dikarî ev şev wek mihvan biimînî, lê divê sube vir bihêlî, heke jî ne razî jî bî,  niha rabe here.

Ewî çavkanî got jî, çekdarên PKKyê gefa wê yekê ji rêveberê bingeha polîs û karmendan kirîye, ku heke bingehê behêlin dê serê wan jê bikin. Amaje bi wê yekê jî daye, li jêr evan gef û fişaran rêveber û karmendên polîsên ew bingeh bo çekdarên PKKyê hêlan.