Li Îraqê 84 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji destdan

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên Koronayê li seranserî welat bi Herêma Kurdistanê ve jî, belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demjimêrên burî yên Koronayê li seranserî welat bi Herêma Kurdistanê ve jî, belav kir.

 Li gor wê ragehandinê, Wezareta Tenduristîya Îraqê di dema 24 demjimêrên burî de, 1,826 kesên din tûşî Vayrosa Koronayê bûne, herweha 84 kesan bi sedema wê nexweşîyê canên xwe ji dest dane.

Heya niha hejmaraw giştîya tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Îraqê gehiştîye, 34, 502 haletan û ji evê hejmareyê jî 1,251 kesan bi sedema wê Vayrosê canên xwe ji dest dane. Heweha ji evê hejmareyê 15,753 kes baş bûne û 17,498 kes jî di nexweşxaneyan de mane û li jêr çavdêrîyapizîşkî ne. ji evê hejmara dawîyê jî, 283 kes bi sedema na akincîya tenduristîya wan di bin çavdêrîya çir de ne.