Li bakurê Kurdistanê pêketiyên Koronayê zede dibin
Di 1ê Hezîranê de jiyana asayî ya nû dest pê kir û gelek tedbîrên Vîrûsa Coronayê hatin sistkirin. Ji 1ê Hezîranê ve bi taybetî li bajarên Bakur halet zêde bûn.
K24- Hewlêr
Di 1ê Hezîranê de jiyana asayî ya nû dest pê kir û gelek tedbîrên Vîrûsa Coronayê hatin sistkirin. Ji 1ê Hezîranê ve bi taybetî li bajarên Bakur halet zêde bûn. Li gorî ragihandina çavkaniyên qada tenduristiyê, li nexweşxaneyên Diyarbekirê rê ji nexweşan nema ye. Dr. Kamîl Yilmaz jî li nexwexşaneya şewbê, zarokên nexweşên coronayê derman dike. Dr. Kamîl Yilmaz dibêje; li gor mezinan zarok baştir ji coronayê xilas dibin lê divê neyê jibîrkirin ku zarok jî hilgirên coronayê ne û divê zarok jî werin parastin.
Dr. Kamîl Yilmaz - Pısporê Nexweşiyên Enfeksiyonên Zarokan li Zanîngeha Dîcleyê got:"Li gorî mezinan rewşa zarokan baştir e. Heta niha ti zarokan li vir canê xwe ji dest nedan e. Lê dibe ku nexweşiyên din ên zarokan hebin û vîrûs bandorê li wan bike. Divê malbat zarokan jî bêmask dernexînin derve û zarokan jî di vê mijarê de şîret bikin. Gelek zarok li ser piyan tên dermankirin lê divê neyê jibîrkirin ku heger zarokek jî bi coronayê bikeve dibe ku hemû endamên malbatê bi coronayê bikevin. Ji ber wê yekê ya girîng pabendîbûna rênimayan e."
Li gorî ragihandina bijîşkan, heta dawiya gulanê jî corona di kontrolê de bû lêbelê bi destpêkirina pêvajoya asayîbûna nû, welatiyan gelek rênima binpêkirin. Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê jî li bajarên wekî Diyarbekir û Sêrt û Êlih û Şirnex û Wan û Agiriyê halet zêde dibin. Dayîk û bavê Weysel Pervane jî bi coronayê ketine, ew dibêje; ji destpêka coronayê ve nehiştin dê û bavê wî ji mal derkevin lê ji bo lihevanîna hin malbatan bavê wî ji mal derket û bi coronayê ketin.
Veysel Pervane - Xizmê Nexweşê Coronayê got:"Heta bûyer bi serê me kurmancan de neyên em tiştekê nizanin. Em dibên bila di vê pêvajoyê de ti kes bi ser hev de neyên û neçin û dest ji maçkirina destan û mewlûdan berdin lê ti kes guhdariya me nake. Li cihekî wekî Enqere û Stenbol halet kêm dibin lêbelê li herêma me zêde dibin. Ji ber ku em pabendî rênimayan nabin."
Li gorî ragihandina bijîşkan, bi pabendbûna rênimayan dê halet kêm bibin lê divê welatî bêmask negerin û ji bo şîn û dawet û mewlûdan lihev kom nebin û 2 metreyan ji hevûdin dûr bin. Bijîşk dibêjin; ev vîrûs bi tevgerên mirovan belav dibe û hêj dermanê coronayê nehatiye dîtin û nayê zanîn ku dê di pêşerojê de bandoreke çawa nîşan bide.