Li Cizîra Botanê vîrusa Korona zêde belav bûye
Li Cizîra Botanê ji ber zêdebûna pêketiyên vîrusa Korona di nexweşxaneyan de cih nema.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Cizîra Botanê ji ber zêdebûna pêketiyên vîrusa Korona di nexweşxaneyan de cih nema.
Piştî biryara sistkirina rêkaran, li gelek deverên Bakurê Kurdistanê hejmara pêketin û mirinên bi Koronayê zêde dibin.
Li gor agahiyan, li Cizîra Botanê ji ber zêdebûna nexweşan di nexweşxaneyan de cih nemaye û nexweş bo bajarên din tên şandin.
Rayedarên nexweşxaneya Cizîrê dan xuyakirin, 217 cih ji bo nexweşan hatiye veqetandin û niha cihên vala nemane.
Parlamentera Şirnexê ya HDPê Leyla Îmîr jî da xuyakirin, ji ber belavbûna vîrusê, dikandaran bi xwe dikanên xwe daxistine, lê parêzgar û qeymeqam fişar li wan dikin ku dikanên xwe vekin.
S. B