Rêveberiya Kobaniyê: Rûsya û Amerîka di ber êrişa Tirkiyê de berpirsyar in
Piştî êrîşa duhî ya Tirkiyê li ser Kobanê, Rêveberiya Xweser radigihîne, Rûsya û Amerîka di ber êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de berpirsyar in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî êrîşa duhî ya Tirkiyê li ser Kobanê, Rêveberiya Xweser radigihîne, Rûsya û Amerîka di ber êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de berpirsyar in.
Şeva bûrî firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê gundê Helencê yê Kobaniyê bombebaran kir û di encamê de 3 jin şehîd bûn, di wê derbarê de Rêveberiya Xweser a Kobaniyê daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji Rûsya û Amerîkayê kir, sînorekê ji êrişên Tirkiyê yên li dijî sivîlan re deynin.
Rêveberiya Xweser a Kobaniyê êrişa Tirkiyê şermezar kir û berpirsyarî xist ser milê Rûsyayê ji ber ku li gorî lihevkirina beriya 7 mehan çêbûye, Rûsya berpirsa ewlehî û aramiyê ye.
Herwiha Rêveberiyê bang li Rûsyayê kir, li gorî sozên xwe be û li hember êrişên Tirkiyê yên li dijî sivîlan bisekine.
Rêveberiyê bang li Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî kir, erkên xwe pêk bînin û li gorî lihevkirina têkildarî agirbesta di navbera Amerîka û Tirkiyê de ku sînorekê ji êrişên Tirkiyê yên li dijî sivîlan dike, deynin.
S. B