Li Minbicê 2 teqîn çê bûn
Li Minbicê du teqîn hatin kirin û di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Minbicê du teqîn hatin kirin û di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Encûmena Serbazî ya Minbicê belav kir, îro li Minbicê li ser riya Cizîrê 2 teqîn hatin kirin û di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Encûmena Serbazî ya Minbicê MÎT a Tirkiyê bi wan herdu teqînan tomebar dike û radigihîne, li gor zanyariyên ketine wan, ew herdu teqîn bi destê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) hatine kirin.
Ev di demekê de ye, şeva bûrî firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê gundê Helencê yê Kobaniyê bombebaran kir û di encamê de 3 jin şehîd bûn.
S. B