Li Efrînê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

K24 - Navenda Nûçeyan

Li bajarê Efrînê teqînek hate kirin, li gor zanyariyan, 4 kesan canê xwe jidest dane.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê teqîneke bi riya motorsîklekê hat kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 4 kesan canê xwe jidest dane û 7 kes birîndar bûne.

Ev teqîn di demekê de ye, roja 20ê vê mehê jî teqîneke li taxa Vêlat ya Efrînê hatibû kirin û di encamê de 5 kesên sivîl birîndar bûbûn, ji nava wan 3 zarok bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, rewşa ewlehiya herêma Efrînê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn di nava bajêr de tên kirin û xelkê sivîl dibin qurbanî.

 

 

S. B