Li Silêmaniyê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li parêzgeha Silêmaniyê, îro 3 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li parêzgeha Silêmaniyê, îro 3 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Jêderekî ji Tendirustiya Silêmaniyê ji K24ê re aşkere kir, îro 3 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneyên Silêmaniyê canê xwe jidest dan.
Diyar kir jî, kesên canê xwe jidest dane du jin û peyayekî ne û temenê wan (39, 43 û 60) salî ne, ku du qurbanî ji bajarê Silêmaniyê ne û yê din jî ji Pênciwînê ye.
Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîşt 4 hezar û 463 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 132 kesan. Herwiha 1 hezar û 487 nexweş jî baş bûne.
S. B