Perlemana Kurdistanê rûniştina xwe ya dahatî destnîşan dike

Rêwaz Fayeq, seroka Perlemana Kurdistanê bi Kurdistan24 re ragehand, ti rêgirîyeke tenduristî û yasayî nîne heya ku Perleman dest bi rûniştinên xwe neke.

K24- Hewlêr

Rêwaz Fayeq, seroka Perlemana Kurdistanê bi Kurdistan24 re ragehand, ti rêgirîyeke tenduristî û yasayî nîne heya ku Perleman dest bi rûniştinên xwe neke.

Ragehand jî, li gel desteya serokatîya Perlemana dê bicivîn heya ku mîkanîzma destpêkirina civînan danîn.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku bi giring dizanin di destpêkê de behsa wan mijar bihêne kirin, ku bo xelkî giringin.

Ji alîyek dî ve, Hêmin Hewramî, cêgirê serokê Perlemana Kurdistanê, bi Kurdistan24 re ragehand, Rewşa deverên Kurdistanî li derveya rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistanê, gazîkirina hikumetê li ser pirsa qer û mûçeyê, hatina şanda Herêmê ji Bexda bo Perlemanê û çaksazîya hikumetê ew mijarin ku daxwaz dihêt kirin, ku bihên behiskirin di perlemanê de.

Piştrast jî kir, ku desteya serokatîya Perlemana Kurdistanê biryarê derbarê rûniştinan dide.