Perlemana Îraqê den da bi pirojeyasa qerên navxweyî û derveyî

Perlemana Îraqê bi amadebûna 168 perlemantaran civîya û deng da piroje yasa ya qerên navxweyî û derveyî bo peredarkirina dernahetina budceya sala 2020ê.

K24- Bexda

Perlemana Îraqê bi amadebûna 168 perlemantaran civîya û deng da piroje yasa ya qerên navxweyî û derveyî bo peredarkirina dernahetina budceya sala 2020ê.

Li gor yek ji xalên wê piroje yasayê. Nabe qerkirina ji derveya welat ji 5 milyaran zêdetir be û ji navxwe jî ji 15 Tirilyon Dînaran zêdetir be.

Wek di wê piroje yasayê de hatîye zelalkirin, Sedemê qerkirinê vedgerîne bo gîrobûna şandina budceya fedrale a sala 2020 bo perlemanê, belavbûna Koronayê li cîhanê û daketina nirxa petrolê be awayeka berçav. Evên hanê sedem bûn ku hikumeta Îraqê tûşî zehemtîyê bûye di paredarkirina xercîyên giştî de; lew ew qer ji bo sanahîkirinê ye di peredarkirina xwercîyên pêwîst de.