Îraqê evro mezintirîn hejmara tûşbûyên Koronayê tomar kir

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demijêrên burî ya Koronayê li seranserî welatî bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 demijêrên burî ya  Koronayê li seranserî welatî bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.

Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê di dema 24 demjimêrên burî de 2,200 kesên din tûşî Koronayê bûne û 79 kesan jî her bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane.

Hevdem 1,061 haletên başbûn ji wê nexweşîyê hatîye ragehandin.

Ji destpêka serheldana derde Koronayê li Îraqê heya niha 36, 702 haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin û ji evê hejmareyê 1,330 kesan bi sedema wê Vayrosê canên xwe ji dest dane. 16,814 kes jî bi temamî baş bûne û 18,558 kes jî di nexweşxanyan de li jêr çavdêrîya pizîşkî mane û ji evê hejmarê jî, 281 kesan bi sedema neakincîya rewşa tenduristîyê di bin çavdêrîya çir a pizîşkî de ne.