Daxwaza derkirina PKKyê ji Şengar dihête kirin
Parêzgarê berê yê Neynewa dibêje: PKKyê (Partîya Karkerên Kurdistanê) dest danîye ser Şengarê, Sinûnê, Xane sor û Qehtanîye û daxwaza derkirina wan dike; daku aware vegerin û hêrşên Tirkiyê bo ser wê deverê bihên rawestandin.
K24- Hewlêr

Esîl Nuceyfî, parêzgerê berê yê Neynewa, evro Çarşembîyê, 24/6/2020 bi rêya peyca xwere, di tora civakîya Faysbûkê de, ragehand, Şengar û herdû nahye yên Sinûnê û Xanesor herweha nahye ya Qehtanîye ya ser bi qezaya Beac di bin kotirola balên PKKyê de ne.
Nuceyfî dibêje, ew rêveberîya Partîya Karkerên Kurdistanê li wir sepandîye, ti peywendî bi Îraq û Herêma Kurdistanê ve nîne. Ev jî yeke ji giringtirîn sedemên nevegerana xelkên awareyên wê deverê ye bo ser mal û halên xwe.
Parêzgarê berê yê Neynewa daxwaz ji supayê Îraqê dike, PKKyê ji Şengarê der bikin û dûbare bi Neynewayê re bihête ve girêdan. Got jî: Bi vî awayî ti bîyanû bo destwerdana serbazîya Tirkiyê li Îraqê namîne.