Civînên evro yên şanda Herêma Kurdistanê li Bexda
Şanda hikumeta Herêma Kurdistanê li gel wezîrên peywendarên Îraqê mijarên petrol û mafên darayîyên Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.
K24- Bexda
Şanda hikumeta Herêma Kurdistanê li gel wezîrên peywendarên Îraqê mijarên petrol û mafên darayîyên Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.
Evro şanda hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Qubad Talebanî li Bexdayê li gel Berhem Salih, serokê Komara Îraqê civîya. Serok komarê Îraqê ragehand, pêwîste pirsgirêk li gor destûrê bihên çareserkirim.
Her evro şanda Herêma Kurdistanê gotûbêjan li gel wezaret û alîyên peywendîdarên hikumeta Îraqê dike. mijar derbarê pirsgirêkên di navebra Hewlêr û Bexdayê de ne, bi tyabet petrol û mafên darayîyên Herêma Kurdistanê.
Duhî jî şanda hikumeta Herêma Kurdistanê li gel serok wezîrên Îraqê, Mistefa Kazimî civîya bûn.