Wezareta Navxwe derbarê qedexeya hatinûçûnê û ragirtina dewamê çend biryar derxistin
Wezareta Navxwe derbarê qedexeya hatinûçûnê û ragirtina dewamê çend biryarên nû derxistin.
K24- Hewlêr
Wezareta Navxwe derbarê qedexeya hatinûçûnê û ragirtina dewamê çend biryarên nû derxistin.
li gor wan biryarên nû, Wezareta Navxwe desthelat daye Jûrên Operasyonên parêzgehan û rêvebrîyên serbixwe ku li gel rewşa her yek ji wan deveran, dikarin evan xalan encam bidin:
yekem:
- Ragehandina qedexya hatinûçûna temam yan sinûrdar li rûyê cih û demê ve.
- Ragehandina dewam a fermîya fermangehên hikumî û ne hikumî li gor pêwîstîyan.
- Cihên girêdayî bi jîyana rojaneya xelkî, wek nanpêjxane û dûkanên nav taxan û cihên firoştina gîya û fêkî vebûyî bin bi mercên tenduristîyê.
- Xwaringeh vebûyî bimînin tenê bi mebesta firotinê bi delîverî bi rênimayîyên Tenduristîyê ve.
- Daxistina tevaya senter û norîngehan (norîngehên pizîşkan, pizîşkên diranan, karmendên tenduristî û taqîgehî).
- Daxistina tevaya cihên olî, holên werzişê, kafîtîrya, yane şevane, parl û cihên giştî yên din û qedexekirina tevaya boneyên (şînî, aheng û boneyên civakî) heya demeka din ku asta metirsîya Koronayê kêmtir bibe.
- Pabendkirin bi danan demamk û vekolînê ji wan kesan bikin ku bicih nakin.
- Zêdekirina çavdêrîkirina rênimayên xweparêzîyê li ser wan cihên ku rê bi wan hatîye dan û sizadan kesên bicih nakin.
- Ragirtina alavên veguhaztina giştî (bas, mînî bas û teksî).
- Qedexeya çûnê bo cihên geştyarî.
- Danana rêkarên guncayî û tenduristî ji alîyên fermangehan hikumetê bo mûçedanê.
Dûyem: Dewama fermîya wezaretan li gor komîteya balaya berengabûna Vayrosa Koronayê û biryarên hikumetê ji alîyê wezîrê taybet ve biryar li ser dihête dan li gor kar û guncana biryarên jûra Operasyonan.
Sêeyem: Hatinûçûna kompanyayên peywendîyan û komparnyayên petrolê ku ji alîyê wezareta navxwe/ rêveberîya giştî ya dîwanê rêdan bo wan dihête kirin bi hevahengî li gel wezareta veguhaztin û gehandina û wezareta samanên suriştî.
Çarem hatinûçûna dîplmatên bîyanî û hêzên hevpeyamanan bi rêye fermangeha peywendîyên derve hevahengî û kar sanahî bo wan dihête kirin li seranserî Herêma Kurdistanê.
Pêncem: Hatinûçûna ajansên Neteweyên yekbûyî û rêkxistîyn nêv dewletî bi rêya Navenda hevişka kirîzan (JCC) li wezareta navxwe rêdana bo wan dihête kirin bi hevahengî li gel fermangehên peywendîyên derve.
Şeşem, Jora Operasyonan li parêzgeh û rêveberîyên serbixwe evan rêkarên pêwîst digirin ber bo cîbicîkirina evê beyannameyê û dê berpirsyar bin ji her kêmasîyekê.
Hevtem: Ev beyanname temamkerê beyannameya hejmare 41 ya sala 2020 yê ku li rêkevta 15/6/2020 derkevtîye.