Li Seyidsadiq 2 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li qezaya Seyidsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, 2 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li qezaya Seyidsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, 2 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Qeymeqamiya Qezaya Seyidsadiq di daxuyaniyekê de ragihand, 2 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan, yek ji wan jineke (52) salî û rûniştvana Seyidsadiq e û yê din jî peyayekî (55) salî ji nahiya Siruçkê ye.

Amaje bi wê jî da, herdu kes piştî mana çend rojan li nexweşxaneyê canê xwe jidest dan.

Qeymeqamiya Seyidsadiq serxweşiyê li malbatên wan her du kesan dike û daxwaz ji welatiyan kir jî, pabendî rênmayên xweparastinê bibin.

Herwiha diyar kir jî, bi van herdu kesan, hejmara kesên li qezaya Seyid Sadiq canê xwe jidest dane, gihîşt 7 kesan.

 

S. B