Li Silêmaniyê 9 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê ji K24ê re ragihand, îro li parêzgeha Silêmaniyê 8 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmara kesên îro li Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest dane gihîşt 9 kesan.
Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Ebdula Ehmed ji K24ê re ragihand, îro li parêzgeha Silêmaniyê 8 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Dr. Ebdula diyar kir, ew 9 kes ji bajarê Silêmaniyê, Pênciwîn, Seyidsadiq û Sengaw in.
Amaje bi wê jî da, rewşa hejmareke din a nexweşên Koronayê xirap e û dibe ku hejmara kesên îro li parêzgeha Silêmaniyê canê xwe jidest bidin, bigihe 20 kesan.
Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 4 hezar 679 kesan, jê 141 kesan canê xwe jidest dane. Herwiha heta niha jî 1 hezar û 514 kes ji vîrusa Koronayê baş bûne.
Tenê li Parêzgeha Silêmaniyê jî, hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 4 hezar 431 kesan, jê 119 kesan canê xwe jidest dane.
S. B