Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê civiyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad Sedûn û şanda pê re kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad Sedûn û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê silavên Serokwezîrê Iraqê gihandin Serok Barzanî û kurteyek derbarê rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê û gefê teroristên DAIŞê li parêzgehên navîna Iraqê pêşkêş kir.
Her di wê civînê de, tekezî li ser hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê di rûbirûbûna terorê de û herwiha bihêzkirina kultura pêkvejiyanê di navbera pêkhateyan de hate kirin.
Di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê di erk û karên wî de xwast.
S. B