Li Wanê erd hejiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê erd bi tundiya 5.4 hejiya.

Li navçeya Ozalp ya Wanê erdhejek bi tundiya 5.4 li gor pîvera Rîchterê rû da.

Li gor zanyariyên K24ê, ti ziyanên canî ji erdhejê derneketine, tenê ziyanên madî çê bûne.

Ev di demekê de ye di 14 û 15ê Hezîranê de li navçeyên Kanîreş û Çerme yên Çewlikê, du erdhejên pile 5.7 û 5.6 çêbûn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest û da û 27 welatî jî birîndar bûn û di dehan mal û avahî hilweşiyan.  

 

S. B