Li Herêma Kurdistanê 195 kes tûşî Korona bûn, 16 kesan can jidest dan
16 kesên din jî canê xwe jidest dan , 12 li Silêmanî , 3 li Germiyan , 1 li Hewlêr
K24 – Navenda Nûçeyan
195 kesên din li herêma Kurdistanê bi Korona ketin û 16 kesên din jî, canê xwe jidest dan
Wezareta tendirustî ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên taybet bi Korona belavkir û ragehand , 195 kesên din bi Korona ketin, ku 30 li Hewlêrê , 100 li Silêmanî , 62 li Germiyan , 3 li Duhokê ne.
Herweha ,16 kesên din jî canê xwe jidest dan , 12 li Silêmanî , 3 li Germiyan , 1 li Hewlêr.
Heta niha 4 hezar û 874 kes li herêma Kurdistanê bi Korona ketin e. 1543 tûşbû baş bûn e , 149 kes jî mirin e.
C.B