Zanyarîyên nû derbarê girjîyên Bexda
Dije Teror û dezgeha hewlgirîya Îraqê di operasyonekê de bi ser gundê Bûêse dadan li devera Dore û yekeka Ketyîb Hizbûllah girtin ku 75 çekdar bûn û mijûlî danana binkeyeka Katyoşa havêjtinê bûn bo ser balyozxaneya Emerîka û Firokexane ya Bexdayê.
K24- Hewlêr

Nûçegehanê Kurdistan 24 li Bexdayê ragehand, piştî wê bûyerê bi nîv demjimêrê, 300 çekdarên Hizbûllah bi fermana Ebû Fedek, serkirdeyê Hizbûllah, bi şofelan berbestên Devera Kesik rakirin û hêrişkirin ser baregeha Dezgeha Hewalgirîya Îraqê û çend pasewanên wê giritin. Herweha bi ser mala Mistefa Kazimî serok wezîrên Îraqê dadan, lê Kazimî 15 roj in ew mal çol kirîye. Dûv re Nûrî Malîkî kevte navbjîyê û li gel Hadî Amirî û Falih Feyaz civîya û bi telefonê li gel Kazimî axivt. Herdû alî rêkkevtin girtî bihên azadkirin û alozî bi dawî bihên.
Heya niha 23 çekdar û 3 fermandeyên Hizbûllah ne hatine azadkirin û Hizbullah û alîgiurên wê gefn dikin û dibêjin ev perasyon bi çavdêrîya Emerîka hatîye encamdan.