Tenduristîya Silêmanîyê: Heya niha 130 kesan bi Koronayê canên xwe ji dest dane
Cêgirê rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê bi Kurdistan 24 re ragehand, heya niha 130 haletên can ji destdanê b I sedema Vayrosa Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê hatine tomarkirin ku zêdetir ji 87 kesn xelkên nav bajarê Silêmanîyê ne.
K24- Silêmanî

Ebdullah Ehmed, cêgirê rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê dibêje: Rewşa hejmareka mezin ji tûşbûyên Koronayê xirabe. Nexweşxaneyan şîyan wergirtina nexweşan nîne, lew pêşbînî dikin di rojên dahatî de hejmara can ji destanê zêde bibe.
Got jî: Naveşîrim, heke xweparêzîya temam nehête kirin, rojên dahatî hejmara can ji destdanê berev zêdebûnê diçe.
Cêgirê rêveberê giştîyê Tenduristîya Silêmanîyê amaje bi wê yekê jî kir, lepik û demamik ji pilazamyê
sanahîtir bi dest dikeve, lew daxwaz ji xelkê dikin xweparêzîya temam bikin, heya kar negehe wê yekê ku pilazma xwînê bo wan bihêt bikaranîn.
Herweha got: heya niha 130 kes ji Silêmanîyê bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane, ku zêdetir ji 87 kesan xelkê Silêmanîyê ne.