Destpakîya Perlemanê: Başmax û Perwîzxan zêdetirîn gendelî têde heye

Cêgerê serokê Komîte ya Destpakîya Perlemanê ragehand, li derîyên Başmax û Perwîzxan gendelîyeka zêde ji radeyê heye û hinek kesan li wî alî dest bi ser kompanyayan dagirtîye û di çend demjimêran de, 25 heya 30 milyon dolar dahat hebûye; lê ji wê dahatê 4/10% dide hikumetê. Perlemantarek dî ragehand, ewa niha di xalên sinûrî de rûdide, di dema şerê navxweyî de mînaka wê nebûye û niha xelkên serbazî bûyîne qaçaxçî.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdistanê di pêngaveka dî ya çaksazîyê de, dest bi rêkxistina xalên sinûrî dike û bo evê mebestê jî çend biryare bo wê yekê dane.

Rêkxistina xalên sinûrî, bi pêdaçûnê bi girêbestên kompanyayan û zelalîyê di dahat û bexşînan de destpêdike û bi taybet rêgirîkirinê ji xorakên dem nemayî.

Dû core xalên sinûrî di navebera Herêma Kurdistanê û Îranê de heye, ew jî xalên fermîyên sinûran û xalên nefermî ne, ku salane pişkeka mezin ji dahata wan xalên sinûrî diçin berûka kesên hizbî û kêmtirîn dahat bo xezîna hikumetê vedigere.

Komîte ya Destpakîyê dûvçûn bo xalên sinûrî kirîye û bi raportekê Civata Wezîran ji wê yekê agahdar kirîye. li gor wê raportê derketîye, herdû xalên sinûrî yên Başmax û Perwîzxanê di pileya yekem de ne bo gendelîyê û zayirkirina dahatê û hînandina xorakê dem derbazbûyî.

Cêgirê serokê Komîte ya Destpakîyê Seeda Herkî got: Xalên nefermî jî gendelî têde hene û derbarê raporata wan û corê gendelîyê di wan xalan de pêşkeş dikin.

Pisporekê abûrî ya Îraqê aşkera kirîye, di dema 17 salên burî de heya niha tenê di derîyên sinûrî yên Îraqê 100 milyar Dolar hatîye dizîn û ev di demekê de ye, di xalên sinûrîyên Herêma Kurdistanê gendelê û zayirkirina dahatê dihêne kirin û pişkek ji dahata wan xelên sinûrî bo berûka hinek berpirsên hizbî û kompanyayan diçe, ev ji bilî rêdanê bi hînandina bi hezaran tenê xorakên dem nemayî.