Soza çareserkirina şaştiyên YPG, di komkujiya Amûde de

Fermandarê Giştî yê HSD digel kesûkarên qurbaniyên komkujiya Amûdê ya sala 2013an civiya û soz a çareserkirina tevayiya şaştiyên YPG da

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê HSD digel kesûkarên qurbaniyên komkujiya Amûdê ya sala 2013an civiya û  soz a çareserkirina tevayiya şaştiyên YPG da.

Mezlûm Ebdî û Komîteya Lihevkirinê bi amadebûna  hejmarek ji fermandarên YPG bi kesûkarên qurbaniyên komkujiya Amûdê re rûnişt.  Mezlum Ebdê diyarkir, tevayiya daxazên kesûkarên  qurbaniyan qebûl kirin e û ew dê kar liser çareserkirina tevayiya şaştiyan bikin.

Ji alî xwe ve, Peyvdarê YPG Nûrî Mehmûd ragihand, danpêdanê bi şaştiyên YPG dikin, û berpirsiyariya  wan bûyerên nexweş jî, heldigrin.

Di 27ê Hezîran a sala  2013an de, Asayişa bajarê Amûdê  rûbirûyê xwepêşandanek li wî bajarî  bû bû û gule berdabû xwepêşanderan. Di encam de 6 welatiyên Kurd şehîd bû bûn û  bi dehan   brîndar bû bûn.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment