Wetê: Fermandarê HSDê amade ye komkujiya Amûdê çareser bike
Endamekî Komîta Lihevhatinê ya komkujiya Amûdê radigihîne, Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ji bo çareserkirina wê pirsê, amadebûna xwe ji her tiştî re nîşan daye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî Komîta Lihevhatinê ya komkujiya Amûdê radigihîne, Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ji bo çareserkirina wê pirsê, amadehiya xwe ji her tiştî re nîşan daye.
Roja 27ê Hezîrana 2013an hêzên asayişê rûbirûyî xwepêşandanekê li bajarê Amûdê bûn û gule bi ser xwepêşandaran de berdan û di encamê de 7 welatiyên Kurd şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Endama Komîteya Lihevhatinê ya Komkujiya Amûdê Ebdulqadir Wetê ji K24ê re ragihand: Li ser destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji bo çareserkirina pirsgirêka li sala 2013an li Amûdê rû daye, wî em erkdarkirin ku navbênkariyê di vê bûyerê de bikin. Wî ji me re got, ji bo ew pirsa Amûdê çareser bikin, çi ji min bê xwastin ez amade me.
Diyar kir jî: Me jê re got ku divê hûn lêbihurînê ji xelkê Amûdê û malbatên şehîdan bixwazin û malbatên şehîdan qerebû bikin û ew qurbanî wek şehîd bên hejmartin. Wî jî xwe da ber hemû tiştî.
Aşkere kir jî, Komîteya Navbênkariyê ji bo wê pirsê, serî li Xwecihiya Amûdê ya ENKSê û li Serokatiya ENKSê li Qamişlo dan û ji wan re destpêşxeriya Mezlûm Ebdî şîrove kir û herdu aliyên ENKSê pêşwazî li wê destpêşxeriyê kir.
Li ser pirsa dadgehkirina tawanbarên komkujiyê, Ebdilqadir Wetê tekez kir, piştî komkujiyê, wan wek Encûmena Eşîreyên Kurd jî ji bo çareserkirina vê pirsê bi destpêşxeriyek rabûn û pêwendî bi YPGê re kirin, lê destpêşxerî ji aliyê YPGê ve neçû serî. Lê niha Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî nîşan da ku ew ji her tiştî re amade ne.
Got jî: “Xelkê Amûdê hemû bi vê bûyerê êşiya. Ev pirsek gelekî giran e, ji ber ku ew bi destê Kurdan hatin kuştin, ne bi destê kesine dijminan. Lê tevî wê ye, ji ber ku berjewendiya herêm û welatê me di lihevhatinê de ye, divê em vê pirsê çareser bikin.”
S. B