Efrîn.. Grûpên çekdar xaniyên Kurdan jê distînin û didin Ereban
Grûpeke çekdar a ser bi artêşa Tirkiyê ve bi darê zorê plana guhartina demografî li Efrînê bicih dike û malbatên Kurd ji malên wan derdixîne û Ereban li şûna wan bicih dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpeke çekdar a ser bi artêşa Tirkiyê ve bi darê zorê plana guhartina demografî li Efrînê bicih dike û malbatên Kurd ji malên wan derdixîne û Ereban li şûna wan bicih dike.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Sultan Silêman (Emşat) çend roj in baca hezar Dolarî li ser her malek gundê Kaxirê yê li navçeya Mabeta sepandiye û her malê ku nikarebe wê bacê peyda bike, wan ji mala wan derdixînin û koçberên Ereb ên ji navçeyên din ên Sûriyê anîne, bi kirê li şûna wan bicih dikin.
Diyar kir jî, çeteyên grûpa Emşat malbatên ku malên wan jê standine, li nava gund di bin konan de bicih.
Ji aliyekî din ve Rêxistina Mafên Mirovan di raportekê de belav kir, grûpa Emşat li bajarokê Şiyê biryarek derkiriye û tê de daxwaz ji malbatên Kurd ên bi tenê di xaniyên xwe de rûniştine, ji xaniyên xwe derkevin û radestî wê grûpê bikin, ji bo li şûna wan malbatên çekdaran bicih bibin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ve di Adara 2018an de, bi armanca guhartina demografiya Efrînê û nehîştina nasnameya wê ya Kurdî bi sedhezaran koçberên Ereb ên navçeyên cuda ên Sûriyê li Efrînê hatine bicihkirin, ku li gor amarên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, zêdetir ji 458 hezar Ereb li Efrînê hatine bichkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû, rêjeya Kurdan li Efrînê ji berî dagîrkirinê ji sedî 97 bû, lê di meha Çileya 2020an de, rêjeya Kurdan li Efrînê daketiye ji sedî 34.8, li hemberê jî rêjeya koçberên Ereb ên lê hatine bicihkirin gihîştiye ji sedî 65.20.


S. B