Li Silêmaniyê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li bajarê Silêmaniyê îro 6 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Silêmaniyê îro 6 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Ebdulqadir Ehmed ji K24ê re ragihand, li Silêmaniyê ji nîvê şevê û heta vê sibê 6 kesan bi virîsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Amaje bi wê da, ew her pênc qurbaniyên nû, hemû peya ne û temenê wan di navbera 60 û 80 saliyê de ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li parêzgeha Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest dane, gihîşt 144 kesan.  

 

S. B