Hejmara mirina bi Korona li Silêmaniyê zêde dibe
Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmanê ragihand, pêketiyekî din ê Koronayê canê xwe jidest da û hejmara kesên îro canê xwe jidest dane, gihîşt 7 kesan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmanê ragihand, pêketiyekî din ê Koronayê canê xwe jidest da û hejmara kesên îro canê xwe jidest dane, gihîşt 7 kesan.
Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmanê Ebdula eEhmed ji K24ê re ragihand, kesên îro li Silêmaniyê bi virusa Koronayê canê xwe jidest dane temenê wan di navbera 60 salî û 95 saliyê de ne.
Amaje bi wê da, kesên îro canê xwe jidest dane hemû peya ne, ku bi hinan re nexweşiyên din jî hebûn. Herwiha diyar kir jî, îro pêketiyê herî temen mezin li Silêmaniyê jî canê xwe jidest da.
Bi vî awayî, hejmara kesên li parêzgeha Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest dane, gihîşt 145 kesan.
Li seranserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 5 hezar û 187 kesan, ji 186 kesan canê xwe jidest dane û 1 hezar û 600 kes jî baş bûne.
S. B