YPGê berpirsiyatiya xwe di ber komkujiya Amûdê de ragihand
YPGê berpisatiya xwe di ber komkujiya Amûdê ya sala 2013an de ragihand û lêbihûrîn ji malbatên şehîdan xwast û tekez kir, nabe bûyereke wiha di dîroka Rojavayê Kurdistanê de dubare bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
YPGê berpisatiya xwe di ber komkujiya Amûdê ya sala 2013an de ragihand û lêbihûrîn ji malbatên şehîdan xwast û tekez kir, nabe bûyereke wiha di dîroka Rojavayê Kurdistanê de dubare bibe.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro daxuyaniyek derbarê komkujiya Amşdê ya sala 2013an de ji raya giştî re belav kir.
Peyvdarê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd daxuyaniyekê ragihand: “Bûyerên roja 27 û 28ê Hezîrana 2013an de bûne, karesatek bû û ziyanekeke mezin gihande gelê me, divê ev di dîroka Kurd û Rojava de dubare nebe.”
Fermandariya Giştî ya YPGê got: “Em wek Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe berpirsyarê vê bûyera xemgîn dibînin û bi şaşiya mezin a ku di encama rûbirûhatinekê di navbera yekîneyeke me ya serbaz dema ku ji eniyên şer vedigeriyan û komek ji xwepêşanderên li pêşiya navenda Asayîşê kom bûbûn, daxwaza serbestberdana ciwanên çalakvan dikirin û di encamê de kesên bêguneh jiyana xwe ji dest dan, mikur tên.”
Di beşeke din a daxuyaniya YPGê de hat: “Em wek Fermandariya Giştî ya YPG`ê xemgîniya xwe ya kûr û mixabîniya xwe raber dikin. Her wiha em amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku vê birînê di dîroka şoreşa Rojava de derman bikin, lêbihurîna xwe radigihînin û qerebûkirina manewî û madî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.”
Fermandariya Giştî ya YPGê di dawiya daxuyaniyê de dibêje: “Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bidestxistina aştî, aramî û ewlehiyê di dilê gelê me de, me fedakarî kiriye û ev yek erk û mafê gelê me li ser me ye û peywirek e ji bo her kesê parastin û ewlehiya vî gelî mîsoger dike, em amade ne her tiştê pêwîst bikin.”
Roja 27ê Hezîrana 2013an hêzên asayişê rûbirûyî xwepêşandanekê li bajarê Amûdê bûn û gule bi ser xwepêşandaran de berdan û di encamê de 7 welatiyên Kurd şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Her di derbarê çareserkirina vê pirsê de jî, duhî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Komîteya Lihevhatinê bi amadebûna hejmarek ji fermandarên YPG bi kesûkarên qurbaniyên komkujiya Amûdê re rûniştibûn. Mezlum Ebdî diyar kir, tevayiya daxwazên malbatên qurbaniyan qebûl kirine û ew ê kar liser çareserkirina tevayiya şaştiyan bikin.
S. B