Li Îraqê 101 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristîya Îraê amara Vayrosa Koronayê di 24 demjimêrên burî de li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve belav kir û ragehand, 101 li Îraq û Herêma Kurdistanê bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane.
K24- Hewlêr

Li gor ku hatîye velavkirin, di 24 demjimêrên burî de 2,069 kes li tevaya parêzgehên Îraqê tûşî Vayrosa Koronayê bûne. Herweha 1079 kes jî baş bûne.
Bi giştî hejamra ewên bi koronayê jî canê xwe ji dest dane di evan 24 demjimêran de 101 bûne, bi vê yekê jî hejmara giştîya ya kesên bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane gehişte 1,660 kesan.