Balyozê Brîtanya li ser rewşa Iraqê hişyariyê dide

Balyozê Brîtanya li Iraqê radighîne, heta ku grûb û mîlîşiya li derveyî desthilata hikûmetê bin, pirsgirêka ewleyiyê li Iraqê çareser nabe û aborî jî, baş nabe.

K24- Hewlêr

Balyozê Brîtanya li Iraqê radighîne, heta ku grûb û mîlîşiya li derveyî desthilata hikûmetê bin, pirsgirêka ewleyiyê li Iraqê çareser nabe û aborî jî, baş nabe.

Balyozê Brîtanya li Iraqê Stîvin Hîkî, di hejmara xwe ya tiwiterê de, derbarê zordestiya grûb û mîlîşiyayên li Iraqê nivîsandiye, tu welat nikare pirsgirêkên taybet bi aboriyê çareser bike, heta ku   pirsgirêkên ewlekariyê çareser neke  .

Balyozê Brîtanya li Iraqê gotiye, heta ew grûb û mîlîçiya, bi dilê xwe liv û tevgerê bikin û li derveyî   desthilat û biryarên hikûmetê bin, tu hêviyeka aramî û aboriyê û derfetên weberhênanê jî, li Iraqê pêk nayên.