Li Hewlêrê 22 nexweşên Koronayê baş bûn

Di ragehandinekê de, rêveberîya giştîya Tenduristîya Hewlêrê başbûna 22 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, rêveberîya giştîya Tenduristîya Hewlêrê başbûna 22 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.

Di ragehandina Dr. Dilovan Mehemed, rêveberê gitşî yê Tenduristîya Hewlêrê hatîye,  bi hevwelatîyên bajrê Hewlêrê radigehînin ku 22 nexweşên tûşbû bi Vayrosa Korona ya nû COVID-19 bi temamî baş bûn e.

Rêveberê Tenduristîya Hewlêrê, amaje bi wê yekê jî kirîye, piştî wergirtina çareserîya pizîşkî, pişkinînên taybetên li pey hev bo hatine kirin û di encam de, nerênî derketin û bi temamî başbûn e. Lew piştî rewşa tenduristîya wan bi temamî cêgîr bû, biryar hate dan bihên vegerandin nav malbatên wan.

Her li gor wê ragehandinê, Dr. Dilovan Mehemed , heya niha hejmara wan tûşbûyên li sinûra parêzgeha Hewlêrê baş bûne gehiştîye 789 kesan.