Li Kerkûkê 100 karmendên Tenduristîyê tûşî Koronayê bûn e
Li Kerkûkê 100 karmendên Fermangeha Tenduristîyê tûşî Koronayê bûn e, ji evê hejmareyê jî heya niha 2 kesan canên xwe ji dest dane.
K24- Kerkûk
Li Kerkûkê 100 karmendên Fermangeha Tenduristîyê tûşî Koronayê bûn e, ji evê hejmareyê jî heya niha 2 kesan canên xwe ji dest dane.
Hevdem Sebah Namiq, rêveberê fermangeha Tenduristîya Kerkûkê hûşdar da ji lez belavbûn û teşenekirina Vayrosa Koronayê û dibêje: Hejmareya tûşbûbyên Koronayê li wê parêzgehê ber bi zêdebûnê diçe. Aşkera jî kir, %10 ji tûşbûyên Koronayê li Kerkûkê karmendên Tenduristîyê ne.
Ev di demkê de ye, haletên tûşbûnê bi wê Vayrosê li Kerkûkê hezar kes derbaz kirîye û rewş gehiştîye astekê ku ji kontirola karmendên Tenduristîyê derketîye. Gilî û gazindên berdewam a şaneya kirîzan û fermangeha Tenduristîyê li Kerkûkê, ew ku Bexda avrîyan li vî bajarî nade û pêdawîstîyên pizîşkî bo wê dabîn nake.