Li Helebce pêketiyeke Koronayê canê xwe jidest da
Pêketiyeke Koronayê li nexweşxaneyeke Helebceyê canê xwe jidest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pêketiyeke Koronayê li nexweşxaneyeke Helebceyê canê xwe jidest da.
Jêderekî taybet ji nexweşxaneya Wefa ya li Helebceyê ji K24ê re ragihand, îro jineke 55 salî bi vîrusa Koronayê li nexweşxaneyê canê xwe jidest da.
Ev di demekê de ye, duhî li Herêma Kurdistanê 18 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dabûn û hejmara mirina bi wê vîrusê gihîşt 180 kesan.
S. B